Wêne û kart a niştecêbûn a encamder ê hêriş a Firansayê hat belavkirin

Welîd Hemû, pismam ê hevser a Mehemd Bûhîlal, encamder ê hêriş a bajar ê Nîs a Firansayê amje bi wê yekê dike, ku Bûhîlal Musilmanek ê pabend Nebûye û hatûçûn a mizgeftê jî nekirîye.

K24- Hewlêr

Welîd Hemû, pismam ê hevser a Mehemd Bûhîlal, encamder ê hêriş a bajar ê Nîs a Firansayê amje bi wê yekê dike, ku Bûhîlal Musilmanek ê pabend Nebûye û hatûçûn a mizgeftê jî nekirîye.

Welîd Hemû herweha dibêje: Bûhîlal tim arîşe li gel hevser a xwe hebûye û berdewam ewa qutay, herweha madde yê hoşber jî bikar hînaye û goşt a Beraz jî dixwar, lew ew Musilman nebû û hemû ew tişt kirine ew ên di ol a Îslamê de qedexene.

Herweha ragehand: Wî qet nivêj nekirîye û serdan a Mizgeftan jî nedikir. Bi eger a wêî yekê jî ku tim hevser a xwe diquta û arîşe li gel wê hebûn ji hev cûda bibûn.

Mehemd Bûhîlal, bi nijad Tunisîye û xwedanê regezname ya Firansayî ye û li bajar ê Nîs jîyaye.

 Duhê şevê,  di dem a hijmarek a mezin ji xelk ê bi merem a şehyanê bi hilkevt a roj a serxwebûn a Firansayê(Bastîl) li wê bajar a di lêîvar a avê de li Firansayê kom bibûn, Bûhîlal bi barhilgirekê ve hêrş kir ser wan û bi eger a wê yekê zêdetir ji 84 kesan hatin kuştin û 200 kes ên din jî birîndar bûn.

Dûv re Bûhîlal ji alî yê polîs ên Firansayê ve teqe lê hat kirin û hat kuştin.

Wêne û kart a niştecêbûn a encamder ê hêriş a Firansayê hat belavkirin
Wêne û kart a niştecêbûn a encamder ê hêriş a Firansayê hat belavkirin