Kongirês a Emerîkayê sizay ên zêdetir dixe ser Îranê

Kongirês a Emerîkayê piroje ya yasayek a dî bi piranî ya denagn pesind kir ku hijmarek a dî yên dorpêçan dixe ser Îranê û rê nade dest ên Îranê bigehe bank ên Emerîkayê.

K24- Hewlêr

Kongirês a Emerîkayê piroje ya yasayek a dî bi piranî ya denagn pesind kir ku hijmarek a dî yên dorpêçan dixe ser Îranê û rê nade dest ên Îranê bigehe bank ên Emerîkayê.

Evro ajans a Royterz belavkir ku Kongirês a Emerîkayê duhî piroje yasayek a din pesind kirîye ku têde rê ji Îranê digire dst ên wê bigehe bank ên Emerîkayê.

Li gor ewê yasayê, Îran nekare mifayê ji bazar ên Emerîka bi wergire û belku nekare Dolar ên wî welatî jî biwergire.

Herçende Barak Obama dikare bo evê yasyê Vîtoyê bika bihîne, lê divê heftîyê de dû yasa yên Kongirêsê hatîne pesind kirin ji alî yê komarîyan ku dorpêç ên ser Îranê tundtir dikin.