Li Sûriyê alîgirên Esed ahing girêdan
Herwiha navçeyên bajarê Helebê jî yên di bin kontirola Esed e dilxweşiya xwe anîn ziman.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Şamê paytexta Sûriyê alîgirên Serokê rejîma Esed neyarê Receb Tayb Erdogan piştî bihîstina derbeya leşkerî dest bi ahingan kirin.
Vê sibehê, alîgirên Beşar Esed li Şamê paytexta Sûriyê daketin cadeyên bajêr û dest bi ahingan kirin û kêfxweşiya xwe derbarê derbeya leşkerî ya li Tirkiyê rûdayî anîne ziman, herwiha navçeyên bajarê Helebê jî yên di bin kontirola Esed e dilxweşiya xwe anîn ziman û teqe li easmanê bajêr kirin.
Şeva borî hejmarek ji Artêşa Tirkiyê û berpirsên wê hawla derbeyeke leşkerî li wî welatî kirin, herwiha dest danîn ser çend dezgehên ewlehî û medyayî.