Li Diyarbekirê nerazîbûn li dijî hewla cuntayê
Di şeva 15ê Tîrmehê de, grûbekî ji nav leşgeriya Tirk hewla ku cunta bike da. Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û rayedarên Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) banga gel kirin ku dakevin kolanan, li seranserî Tirkiyê bi milyonan kes daketin qad û kolanan
K24 – Diyarbekir
Di şeva 15ê Tîrmehê de, grûbekî ji nav leşgeriya Tirk hewla ku cunta bike da. Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û rayedarên Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) banga gel kirin ku dakevin kolanan, li seranserî Tirkiyê bi milyonan kes daketin qad û kolanan.
Li Diyarbekirê jî, li ber avahiya AKPê, alîgirên AKPê û Partiya Doza Azadiye HUDA-PARê civiyan û şiyarên li dijî cuntekaran berz kirin, gotarên islamî pêşkêş kirin.
Li gel rêvebirên herdu partiyên navborî, rêvbirên sazî û dezgehên nêzîkî ser bi wan ve û girseyeke ji hezaran pêkhatî heta sibehî çalakiyan lidarxistin, gotar li dijî cuntekaran pêşkêş kirin.
Ji aliyê din de, hemû partî û saziyên Kurd yên li Bakurê Kurdistanê jî, hewla cuntayê bi tundî şermezar kirin û daxwaza ku, cunta û pêkutiyên li ser mafên Kurdan jî bên rakirin.


