DAIŞ êrîşî gundekî Minbicê dikin û 10 dikujin

Çekdarên DAIŞê êrîşî gundekî li başûrê Kobanê kirin, di encama êrîşê de 10 kesên sivîl hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê êrîşî gundekî li başûrê Kobanê kirin, di encama êrîşê de 10 kesên sivîl hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Kobanê ragihand ku, îro danê sibê girûpeke DAIŞê ji 15 çekdaran pêk dihat, êrîşî gundê Sîgul yê li ( başûrê rojhilatê Minbicê) kirin, di encama êrîşê de 10 kesên sivîl hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Li gor peyamnêrê K24ê, ku gundê Sîgul ji pêkhateya Ereb in û gundiyên wê ji eşîreya Iniz in.

Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, ku piştî bûyerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) destêwedan kirin û hemû çekdarên DAIŞê kuştin.