Amerîka: Destê me di kodetaya têkçûyî de nebû
Di 15ê vê mehê de hawla kodetayekê hate kirin lê ew derbeya leşkerî bi ser neket.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kery gotegotên ku, dibêjin destê wî welatî di derbeya leşkerî ya têkçûyî de li Tirkiyê heye dûrin ji rastiyê, diyar kir ku, ew yeke zirarê dighîne pêwendiyên Tirkiyê û Amerîkayê di hevpeymaniya NATo yê de.
Derbarê vê mijarê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kerby di peyanameyekê de ragehand ku, Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji Tirkiyê kirye ku, rêzgirtinê ji serweriya yasayê re bigre di dema lêpirsîna û lêkolîna li ser kodetayê bikin.
Kerby da zanîn ku, welatê wî bo alîkariya Tirkiyê derbarê lêpirsînê de amade ye, aşkere kir ku, ew gotgotkên ku, dibêjin destê Amerîka di kodetaya têkçûyî de heye derewin û zirarê dighîne pêwendiyên wan.
Di 15ê vê mehê de hawla kodetayekê hate kirin lê ew derbeya leşkerî bi ser neket.