Gulen ji Amerîkayê dixwaze ew radestî Tirkiyê nebe
Rêberê Cemaeta Xizmet Fetulah Gulen ji Amerîkayê daxwaz dike ku, daxwazên Tirkiyê bo radestkirina wî red bike û radigihîne ku, ew daxwaz sivikirinek e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêberê Cemaeta Xizmet Fetulah Gulen ji Amerîkayê daxwaz dike ku, daxwazên Tirkiyê bo radestkirina wî red bike û radigihîne ku, ew daxwaz sivikirinek e.
Berpirsên Enqerê Gulen tuhmetbar dikin ku, destê wî di Kudetaya leşkerî ya şeva 15 Tîrmehê de heye û duh Enqerê dosya pêwendiya Gulen bi kudetaya leşkerî re ji Amerîkayê re şandibû.
Gulen îro derbarê daxwaza Tirkiyê de ragihand ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan careke din hemû riyan digire ber, bo bihêzkirina desthilata xwe û tunekirina kesên li dijî siyaseta wî ne.
Herwiha Gulen daxwaz ji hikûmeta Washingtonê kir ku, ew daxwaza Tirkiyê red bikin û rê nadin Enqerê ku, tola xwe ya siyasî ji dijberên xwe bistîne.