Amerîka derbarê komkujiya Minbicê de lêkolînê dike

Amerîka daxwaza lêkolînekê derbarê komkujiya ku ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî di derheqê bi dehan sivîlên Minbicê hatiye kirin de, bike. Di vê derbarê de jî Amerîka ji welatên beşdar di civîna Hevpeymaniya Navdewletî de daxwaz kir ku, êrîşên xwe yên esmanî li Minbicê rawestînin, da ku dest bi lêkolînan bikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/eca7508f-ecc1-41c8-9c02-4ea113e75bfb/dawy%20rewsha%20minbic.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka daxwaza lêkolînekê derbarê komkujiya ku ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî di derheqê bi dehan sivîlên Minbicê hatiye kirin de, bike. Di vê derbarê de jî Amerîka ji welatên beşdar di civîna Hevpeymaniya Navdewletî de daxwaz kir ku, êrîşên xwe yên esmanî li Minbicê rawestînin, da ku dest bi lêkolînan bikin.

Ajansa “SANA” ya fermî li Sûriyê ragihand ku, di encama êrîşên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî li ser Minbicê de, di du rojên borî de bêhtir ji 120 kesên sivîl hatine kuştin, ku piraniya wan zarok û jin in.

Ji aliyê xwe ve, Hevpeymaniya Niştimanî ya pozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) nameyek ji wezîrên derve yên beşdar di civîna Hevpeymaniya Navdewletî re şand û tê de daxwaz kir ku, Hevpeymaniya Navdewletî êrîşên xwe li Minbicê rawestînin, da ku lêkolînekê derbarê komkujiyî de bikin.

Ev yek di demekê de ye ku, roja 19 Tîrmehê êrîşek ji aliyê firokeyên Ferensî yên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ve li ser gundê Toxan hatiye kirin, tê de zêdetir ji 100 kesên sivîl hatibûn kuştin.

Tê zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji destpêka meha Hezêranê ve û bi alîkarya Hevpeymaniya Navdewletî ve dest bi operasyona kontrolkirina bajarê Minbicê kirine, di berdewamiyan pêşketinan de, HSDê jî kariye gelek taxan di nava Minbicê de kontrol bike. Herwiha ta niha jî şer di navbera herdu aliyan de berdewam e.