Îran, Rûsya û Emerîka rexneyê digrin ji raport a Ban Kî Mûn

Piştî raport a Ban Kî Mûn, sikirtêr ê rêkxistî ya Netewe yên Hevgirtî li ser pabenbûn a Îranê bi rêkkevtinname ya Navokî belav bûy, ji alî yê Îran, Rûsya û Emerîkayê ve rexne lê hat girtin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7fbd412a-d343-48a7-85b9-440a52401bae/ban%20ki%20moon%20u%20iran.ism/manifest

K24- Hewlêr

Piştî raport a Ban Kî Mûn, sikirtêr ê rêkxistî ya Netewe yên Hevgirtî li ser pabenbûn a Îranê bi rêkkevtinname ya Navokî belav bûy, ji alî yê Îran, Rûsya û Emerîkayê ve rexne lê hat girtin.

Gotbêj ê Netewe yên Hevgirtî ragehand, ku ew hêvîdarin Îran û alî yên din li rêvebirin a rêkkevtinname ya navokî û biryarname ya Civat a Asayîşê berdewam bin.

Ferhan Heq cêgir ê gotebêj ê rêkxistî ya Netewe yên Hevgirtî got: Me divêt Îran û alî yên din dirêjîyê bidin pêngav ên xwe yên sûdmend, hilbet me bawerrî heye ku hemû alî dê pabend bin bi rêkkevtinname ya navokî û herweha piroje ya biryar a 2231.