Li Helebê 38 çekdarên rejîma Sûriyê hatin kuştin
Di Encama teqîna Tûnêlekê hatin kuştin
K24-Navenda Nûçeyan
Grûpên opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê tûnêlek teqandin di encam de, 38 çekdarên Artêşa rejîma Sûriyê hatin kuştin.
Derbarê wê teqînê Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, opozîsyona Sûriyê tûnêlek di bin navendekê hêza rejîma Sûriyê de, li Heleba kevin kolabû û piştî kolana wê ji tûnêlê teqand.
Li gor daxuyaniya Rewangehê di encama wê teqînê de avahiya hêza rejîma Sûriyê bi temamî hilweşiya û 38 çekdar jî hatin kuştin.
Tê zanîn ku, li bajarê Helebê şere tund di navbera opozîsyona Sûriyê û çekdarên rejîma wî welatî derdewam e, taybet li ser rêya Kastîlo û Zeviyên El-Melah.