Êrîşkerê Almanyayê Îranî bû

Demeke dirêj bû bi tena xwe dijiya.

K24-Navenda Nûçeyan

Nasnameya êrîşkerê mola Olompî ya bazirganî li bajarê Miyonxê li Almanyayê , ku tê de 9 kes hatin kuştin û 16e kesên din birîndarbûn hate aşkere kirin.

Derbarê nasnameya wî êrîşkerî fermandarê polîsên Almanyayê Hopîrtos Endirê di daxuyaniyekê de ragehand ku ew kesê êrîşkirî welatiyê Almanya ye û bi regez Îranî ye, da zanîn ku temenê wî 18e salin û demeke dirêje bi tena xwe li bajarê Bavariye dijiya.

Herwiha fermanderê polîsan aşkere kir ku heta niha ne diyare hin kesên din jî beşdarî di êrîşê de kiribin, da zanîn ku, berî ew xwe bikuje 9 kes kuştin di nav wan de hin ciwan hene.

Ji aliyê xwe Rêveberê ofîsa Şêwermeda Almanyayê Angela Merkel diyarkir ku, ew nikarin tekez bikin ku êrîşa Miyûnixê terorî ye yan na.