Obama:Em dê li gor yasayê pêwendiyê bi daxwaza Tirkiyê re bikin
Fethulah Gulen yê ku, ji sala 1999 ve li Amerîkayê dijî daxwaz ji Amerîkayê kirbû ku wî radestî Tirkiyê nekin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîkayê Barak Obama ragehand ku ew dê li gor yasayên welatê xwe pêwendiyê bi daxwaza Tirkiyê ku dixwaze Fethulah Golen radestî Tirkiyê bike.
Berî niha Tirkiyê daxwaz ji Amerîkayê kirbû ku Fethulah Gulen yê ku Tirkiyê wî bi encamederê Kudetaya leşkerî tûmetbardike radewtî wê bike, herwiha Tirkiyê gelek belge jî bo Amerîkayê şandibûn.
Derbarê vê ye yekê Serokê Amerîkayê Barak Obama di kongreyekî rojnamevanî de tekez kir ku dê li gor yasayên welatê xwe pêwendiyê bi doseya radestkirinê re bike, da zanîn ku, welatê wî dewleta yasa ye.
Ji aliyê xwe ve Fethulah Gulen yê ku, ji sala 1999 ve li Amerîkayê dijî daxwaz ji Amerîkayê kirbû ku wî radestî Tirkiyê nekin.
Di 15ê vê mehê hawla kudetayeke leşkerî li Tirkiyê hat kirin lê ew kudeta bi ser neket.