Karvedan a welatan li ser Hêriş a Miyûnşinê

serkirdeyên welatên cîhanê piştî êrîşa li ser Munşinê li welatê Elmaniyayê roja înê rû dayî, dilgiraniya xwe dane xuyakirin û piştevaniya xwe ji Elmaniyayê re diyar kirin.

K24- Hewlêr

serkirdeyên welatên cîhanê piştî êrîşa li ser Munşinê li welatê Elmaniyayê roja înê rû dayî, dilgiraniya xwe dane xuyakirin û piştevaniya xwe ji Elmaniyayê re diyar kirin.

Di encama êrîşa munşinê de ku roja înê  9 kuştî li pişt xwe hiştin, ew jî li ser destê welatîkî Elmanî bi regez Îranî ye temenê wî 18 sal e navê wî jî ta niha nehatiye eûkere kirin, civaka navdewletî piştevaniya xwe ji welatê Elmaniyayê re da xuyakirin.

Serokê Emêrîkayê Barack Obama amadebûna welatê xwe ji bo pêşkêşkirina her alîkariyekê ji  bo Elmaniyayê diyar kir, û zelal kir ku Elmaniya yek ji hevalbendên wan yên herî nîzîke. (amadebûna Emêrîkayê ji bo pêşkêşkirina her alîkariyekê ji  Elmaniyayê re diyar kir)

Hillary Clinton kandîda serokatiya Emêrîkayê ji ber partiya Demokratîk ve, li ser twitterê belav kir ku ew em pişta hevalbendên Elman digrin û hewil didin kesên berpirs bibin ber dadgehê.

Boris Johnson serokwezîrên berîtaniyayê got ku ev bûyereke xembar bû, û egere ku reftareke terorî be, ji  ber ku bûye diyardeyeke cîhanî û pêwîste were jinavbirin. (teror bûye diyardeyeke cîhanî û pêwîste were jinavbirin)

Nivîsgeha Serokê Frensayê François Hollande diyar kir ku wî peyameke piştevaniya taybet ji bo şêwermenda Elmanî Angela Merkel şand, wezîrê derve yê frensayê jî dilgiraniya xwe bi vê yekê diyar kir. (François Hollande peyameke taybet ji bo piştenaviya Merkel şand)

Yoaxîm Gawik (Joachim Gauck) serokê welatê Elmaniya diyar kirk u ew rastî şokekê hat piştî êrîşa li ser mola bazirganî.

Êrîşa li munşina Elamnî roja înê encam da, ku li sê cihan fîşek hatin berdan 9 kûştî hiştin, yek ji wan jî sentereke bazirganî bû, ku êrîşkerê li ser wê senterê welatîkî Elamnî 18 salî bû û bi regez Îranî bû, polîsên Elamnî jî ragihand ku êrîşker xwe kuşt û laşê wî nîzîkî cihê bûyerê hate dîtin.