Miyûnşin û xelk piştî hêrişê

Sipêdeyek a zehmet li ser xelkê bajarê munşinê derbas bû, piştî êrîşa li ser sentereke bazirganî û kuştina 9 kesan, lê rûniştivanên wê deverê li cihê bûyerê kom bûn û gul û mûm ji canên qurbaniyan re danîn.

K24- Hewlêr

Sipêdeyek a zehmet li ser xelkê bajarê munşinê derbas bû, piştî êrîşa li ser sentereke bazirganî û kuştina 9 kesan, lê rûniştivanên wê deverê li cihê bûyerê kom bûn û gul û mûm ji canên qurbaniyan re danîn.

Rûniştivanên munşinê roja şemiyê hîn li jêr şoka êrîşa êvara înê bûn, piştî ku 9 kes di sentera bazirganî de hatin kuştin, tawanbar jî piştî demekê ji êrîşê fîşek berda sere xwe û laşê wî hate dîtin.

Ev bûyer xelkên munşinê li jêr tirseke mezin de hiştin.

Hevwelatîyek dibîjin:

- Ez  şok bûme, tu caran tiştekê wisa li munşinê çê ne bûye, û tu caran jî ne hatiye bîra min ku wisa bibe.

- Min şeva xwe di office de qedanid min nikarî derkevim, ez vê sibhê gelek nîgeran bûm.

Herwiha li jêr çavdêriyeke tund  û nîzîkî cihê êrîşê, hijmarek ji welatiyan kom bûn ji  bo rêzgirtina canên qurbaniyan, gul û mûm jî ji wan re danîn, tirs li ser dêmên wan jî diyar bû.

Hevwelatîyek din dibêje: Ev mala min e, ez berdewam ji vir dibûrim, jiyana min ya rojane li vir e, îdî nîzanim dê çawa berdewam be, nizanim çawa hestê ewlehiyê windabû.

Desthilta elmanî dibêje ku hîn zû ku ev êrîş weke terorî were binav kirin, û ta niha tu belgeh dijî rêxistina daişê tune ne, tevî piştî êrîşa nîsê li frensayê rêxistina daişê  vîdyoyek ji penaberekî efxanî belav kiribû û soz dabû bi cîbicîkirina êrîşan li derdora ewropayê.