Kerry û Lavrov derbarê hevahengiyekê bo Sûriyê dicivin

Ji bo gotûbêjkirina pêşniyara hevahengiya leşkerî li Sûriyê, her du wezîrên derve yên Amerîka û Rûsyayê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo gotûbêjkirina pêşniyara hevahengiya leşkerî li Sûriyê, her du wezîrên derve yên Amerîka û Rûsyayê dicivin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragihand ku, ji bo gotûbêjkirina pêşniyareke Amerîkayê derbarê hevahengiya leşkerî û pevguhertina zanyariyan sîxorî, wê digel Wezîrê Derve yê Rûsyê Sergey Lavrov di heyama çend rojên bê de bicive.

Li gor rêkeftina ku hatiye pêşniyar kirin, Kerry bi serokê Rûsyê re Vladîmîr Putîn gotiye, divê hikûmeta Sûriyê hemû êrîşên xwe ser çekdarên opozîsyonê yên Amerîka piştevaniya wan dike, rawestîne. Di beramberê de jî Rûsya wê zanyariya ji sîxoriya Amerîka derbarê grûpên tundirê li Sûriyê mîna DAIŞê û Eniya el-Nusra ku bi Qaidê ve grêdayî ye wergire.

Kerry got jî, dibe ku li Cenevê bi Lavrov re bicive, lê wê wirdekariyên bêtir dê di dema civînên dewletên başûrê rojhlatê Asya ya ku li Lawis rojên 26 û 27 Tîrmehê birêve biçin, were gotubêj kirin.