Merkel: Xelkê Mûnchenê di şeveke metirsîdar de jiyan
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ji bo êrîşa ku duh li bajarê Mûnchenê pêk hatibû, ku 9 kesan tê de canê xwe ji dest dabûn de got, “Xelkê Mûnchenê di şeveke metirsîdar de jiyan.”
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel ji bo êrîşa ku duh li bajarê Mûnchenê pêk hatibû, ku 9 kesan tê de canê xwe ji dest dabûn de got, “Xelkê Mûnchenê di şeveke metirsîdar de jiyan.”
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel di daxuyaniyekê de ragihand û got: “Xelkê Mûnchenê di şeveke metirsîdar de jiyan. Gelekî dijwar e ku em karibin şeveke wisa qebûl bikin.”
Merkel li avahiya hikûmetê li Berlînê got: “Mûnchenê hemû deriyên xwe li pêş penaber û derbiderqan vekirin, herwiha gelê Mûnchenê nîşandan ku, em di civakeke azad û mirovahî de dijîn, hêza me ya mezin di van nirxan de ye.”
Şeva borî di êrîşekê de li nêzîkî xwaringehekê li bajarê Mûnchenê, kesekî ku ji regeza Îranî teqe li welatiyan kir û di encamê de 9 kesan canê xwe jidest dan û 16 kesên din jî birîndar bûn.