Li Minbicê şer li çarkoşeya ewlehiyê didome

Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê 80 ji sedî ji bajarê minbicê kontrol kir, ev yek jî hat piştî ku şervan hin xalên sereke ji destê DAIŞê derxistin û niha şer li derdora çarkoşeya ewlehiyê didome.

K24 – Minbic

Şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê 80 ji sedî ji bajarê minbicê kontrol kir, ev yek jî hat piştî ku şervan hin xalên sereke ji destê DAIŞê derxistin û niha şer li derdora çarkoşeya ewlehiyê didome.

Encûmena Leşkerî ya bajarê Minbicê digel Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) roja 21 Tîrmehê destpêşexeriyekê derbarê xwevekişandina çekdarên DAIŞê ji nava bajarê Minbic di heyama 48 demjimêran de belav kirin. lê heta niha DAIŞê bersiva vê yekê nedaye.

Di 1ê meha borî de operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê Şervanên Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî destpê kiriye, heta niha ji sedî 80 ji Minbicê hatiye kontrolkirin û hîn şer berdewam e.