Almanya 100 penaberên Sûrî bo karê sivîl perwerde dike

Yek milyon penaberên Sûrî li Almanyayê hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîra Bergiryê ya Almanyayê Orsola Fondêr Lîn ragehand ku, Artêşa welatê wê 100 penaberên Sûrî bo karê sivîl perwerde dike.

Derbarê vê yekê Wezîra Bergiryê ya Almanyayê Orsola Fondêr Lîn di daxuyaniyekê de bo rojnameya Firangfort re ragehand ku, bi armanca jinûavakirina welatê xwe Artêşa Almanyayê 100 penaberên Sûriyê bo karê sivîl perwerde dike.

Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê da zanîn ku, pirograma perwerdeya penaberên Sûrî ji corên wekî Teknilojya, pizîş û Locistîk pêktê. Herwiha Lîn diyar nekir ku, ew pirograma perwerdê wê firehtir bibe ku, hejmareke din ji penaberên Sûriyê yê ku li wî welatî dimînin li xwe bigre.

Rojnameya navborî da zanîn ku, armanc ji perwerda penaberan ewe ku her dema ew li welatê xwe vegerin bo ji nûve avabikirina wê amadebin.

Ji ber kirîza Sûriyê û şerê navxweyî yê li wî welatî ku, zêdeyî pênc salan e didome û li gor amarên neteweyên yekbûyî yek milyon Sûrî penaberî Almanyayê bûne.