Sûriyê:Em amade ne danûstandinê ligel opozîsyonê bikin
Kirîza Sûriyê sala pêncan derbas kir hata niha ew kirîz ji aliyê NY ve nehatiye çareserkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Rejîma Sûriyê ragehand ku ew bi armanca çareserkirina kirîza Sûriyê amadene careke din dest bi danûstandinan ligel opozîsyona wî welatî bikin.
Derbarê vê yekê ajansa fermî ya nûçeyan SANA ku ser bi hukumeta Sûriyê ve liser zarê berpirsekî ji Wezareta Derve yê Sûriyê ragehand ku Sûriyê amadeye bê şertûmerc danûstandinan ligel opozîsyonê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewletî bike.
Berî niha Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Stafan De Mistura ragehandibû ku ew bi hêvîne ku gereke din a danûstandinan di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî di meha Tebaxa bê de destpê bike.
Kirîza Sûriyê sala pêncan derbas kir hata niha ew kirîz ji aliyê NY ve nehatiye çareserkirin.