Rêjîma Sûriyê 4 nexweşxane kirin armanc
Li gor rêxistina tendûrûstiya cîhanî ragehandî welatê herî metirsîdare bo karmendê karta tendirûstiyê di sala 2015an de Sûriyê ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Firokeyên rejîma Sûriyê li bajarê Helebê 4 nexweşxaneyên gerok bombebarankirin, di encam de zarokek hate kuştin.
Derbarê vê yekê Rêxistina pizîşkên serbixwe ya ku piştgiriya wan nexweşxaneyên gerok dike ragehand ku firokeyên rejîma Sûriyê li bajarê Helebê 4 nexweşxaneyên gerok bombebarankirin, ji wan jî nexweşxaneya zarokan bû.
Li gor rêxistina navborî di encama wê bombebarankirinê de, zarokekî canê xwe ji dest da, herwiha Oksicîn ji nexweşxaneyê hate birîn. Da zanîn ku wan bang li hevalên xwe kirine daku bihawara wan ve werin.
Li gor rêxistina tendûrûstiya cîhanî ragehandî welatê herî metirsîdare bo karmendê karta tendirûstiyê di sala 2015an de Sûriyê ye.