Grûpa 20 daxwaza Tirkiyê red dike

Tirkiyê xwast ku paragrafekê derbarê kudetaya leşkerî de li daxuyaniya dawî ya Grûpa 20 zêde bike, lê G 20 daxwaza Tirkiyê red kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê xwast ku paragrafekê derbarê kudetaya leşkerî de li daxuyaniya dawî ya Grûpa 20 zêde bike, lê G 20 daxwaza Tirkiyê red kir.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mihemend Şîmşek beşdarî civîna wezîrên darayî û rêveberên Banka Navendî yên welatên endamên G20 li Çînê bû, ku civîn taubet bû bo gutûbêjkirina rewşa aborî û bazara cîhanî bû, bi taybet piştî derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê.

Şîmşek daxwaz kirk u, di daxuyaniya dawiyê ya G20 de amaje bi kudetaya leşkerî ya welatê xwe bike û piştgîriya hikûmeta Tirkiyê bike, lê daxwaza wî hate redkirin û wezîrên darayî yên G20 amade nebûn ku ti amajeyek bi kudetaya leşkerî bê kirin.

Paregrafa ku Tirkiyê dixwast li daxuyaniya dawî ya G20 zêde bike, bi vî awayî bû “Bihêzkirina desthilata yasa bo pêşxistineke payedar, bingeheke serekî ye û piştgîriya hikûmeta rewa ya Tirkiyê dikin, bo hewl û bizava bihêzkirina aramî û geşepêdana aborî.”

Welatên rojava di dema kudetaya leşkerî de piştevaniya hikûmeta Tirkiyê kirin, lê di heman demê de nîgaraniyên xwe derbarê encamên tund yên Enqerê li hember hezaran kes ji endamên hêzên ewlehî, dadgeh, akadîmisyen û karmendên din derbirîn.