FARC dê li kêleka YPGê şerê DAIŞê bike
Hate ragihandin ku Hêzên Şoreşger yên Çekdarên Kolombiyayê (FARC) dê li Rojavayê Kurdistanê mil bi milê şervanên YPGê şerê DAIŞê bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hate ragihandin ku Hêzên Şoreşger yên Çekdarên Kolombiyayê (FARC) dê li Rojavayê Kurdistanê mil bi milê şervanên YPGê şerê DAIŞê bikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan “Sputnik” a Rûsî dê Hêzên Şoreşger yên Çekdarên Kolombiyayê FARC dê li Rojavayê Kurdistanê mil bi milê şervanên YPGê şerê DAIŞê bikin.
FARC ev 50 sal in li Kolombiyayê li dijî artêşê şer dike. Fermandarê FARCê Alexandra Narino ragihand ku, ew dixwazin li kêleka şervanên YPGê şerê DAIŞê bikin.
Herwiha Narino ragihand jî, ji bo derbasbûna wan bo Rojavayê Kurdistanê, danûstandinên wan ligel hikûmeta Kûbayê didomin. Narino ragihand ku, ew bi şervanên YPGê re jî di nava peywendiyan de ne.
Di 23 Hezêrana 2016an de FARCê li Havana Paytexta Kûbayê agirbestek bi Serokê Kolombiyayê Can Manuel Santos re îmze kir û dawî li 50 sal şer di navbera herdu aliyan de anî.