Matteo Renzî: Tirkiye pêşeroja xwe dixe zîndanê
Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî ragihand piştî hewldana derbeyê Tirkiye bi girtina profesor û rojnamevan paşeroja xwe zîndanî dike. Gelek caran HDP'ê ev yek ji Erdogan re gotiye, ti pirsgirêk bi derbeyan çareser nabin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî li paralamentoyê hewladan derbeya leşkerî ya li Tirkiyê nirxand û got: Hinekan wezîrê me yê karê derve Paolo Gentiloni ji ber ku li dijî derbeyê rawesta rexne kirin, gelek zelal e ti rêyên çareseriyên siyasî di derbeya leşkerî de derbas nabin, nabe tang di rê de bimeşin.
Her wiha Renzî ragihand: Gelek caran partiya Kurdan HDP'ê ji Erdogan re gotiye ku, ti pirsgirêk bi derbeyên leşkerî çareser nabin. Ji bo vê em weke Îtalya vê ji rayedarên Tirkiyê re dibêjin: Welatê ku rojnamevan û profeseran bavêje girtîgehan, ew welat nek kesan zîndanî dike, belku paşeroja xwe zîndanî dike.
Herwiha Wezîrê Derve yê Îtalyayê ji ragihandibû, eger Tirkiye cezayê darvekirinê vegerîne YE'yê dikare danûstandinên ligel Tirkiyeyê rawestîne.