Fûad Masûm beşdarî Lûtkeya Komkara Erebî nabe

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm daxwaza lêborînê ji Serokê Morîtanyayê dike, ku nikare beşdarî civîna Lûtkeya Komkara Erebî bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm daxwaza lêborînê ji Serokê Morîtanyayê dike, ku nikare beşdarî civîna Lûtkeya Komkara Erebî bibe.

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm nameyek ji Serokê Morîtanyayê Mihemed Wild Ebdilezîz re bi rê kir, tê de daxwaza lêborînê kir, ku nikare di civîna Lûtkeya Komkara Erebî de beşdar bibe.

Masûm di nameya xwe de, neçûna xwe bo çend sedemên awarte vegerand. Herwiha hêviya serkeftinê bo wê lûtkeyê jî xwast.

Biryar e, îro û sibe kongreya Lûtkeya Komkara Erebî li Niwakşot paytexta Morîtanyayê birêve biçe, heta niha tenê serokên 7 welatên Erebî gihêştine wî welatî.

 

 

Fly Erbil Advertisment