Mehdî Zana: Divê Kurd hev bigrin
"Kudetaya leşkerî lîstikek bû."
K24-Navenda Nûçeya
Siyasetmedar Mehdî Zana ragehand ku di demên dawî de li ser kurdan lîstîkên mezin rû didin. Ji bo rê li ber girtina wan lîstîkan bên girtin pêwîst siyaseta kurdî li dijî hev kar neke û yekitiya xwe ya netewî saz bike.
Zana bi rêya K24ê banga yekitiya kurdan kir. Tekez kir ku eger Kurd ne yekgirtîbin ew nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.
herwiha derbarê hewla derbeya leşkerî de jî Zana got ku bûrokrasiya Tirkiyeyê ketiye nav şerê desthilatdariyê.Da zanîn ku ev yek jî bû sedema şereke navxweyî û hewla derbeyek leşkerî.
