Her dû Korya û bîranîn a 63emîn agirbest a ceng ê Koryayê amade dikin

Herdu welatên korya bakûr ş başûr xwe ji bo bîranîna 63e mîn agirbesta cenga korî amade dikin, ku reûresmên bê yekê roja sêşemê 27 mehê birêve diçin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/45082592-271a-4830-ab92-087c281a2ff9/cenga%20Korea.ism/manifest

K24- Hewlêr

Herdu welatên korya bakûr ş başûr xwe ji bo bîranîna 63e mîn agirbesta cenga korî amade dikin,  ku reûresmên bê yekê roja sêşemê 27 mehê birêve diçin.

Roja 27 tîrmehê li koryayê bakûr bi navê roja serkeftinê di cenga azadkirina niştimanî ya mezin tê naskirin.

Nîvgirava koryayê du beş bû, bakûr li jêr sîbera yekîtiya soviyêt bû, başûr jî di destê neteweyên yekgirtî bi serkirdayetiya emêrîkayê bû.

Şer di sala 1950 dest pê kir, dema ku hêzên korya bakûr yên communist êrîşî korya başûr kirin, hêzên Emêrîkî yên wê demê li wir bûn, ligel hêzên neteweyên yekgirtî şerê artêşa çînî û hêzên soviyêt kirin, nîzîkî 4 milyonan sîvîl û serbaz hatin kuştin herwiha bi milyonan jî penaber bûn.

Ta 27 tîrmeha sala 1953an ku agirbest hate îmzekirin, û devereke aram hate sazkirin.

Herdu koryayên cîran ta niha di rewşa şer de ne tevî agirbestê lê tu rêkeftinên aştiyê nehatine îmzekirin, nakokî bi taybetî li ser dosya çekên navkî li korya bakûr hene, û berdewam metirsî heye ku êrîş bi çekên navkî li ser korya başûr were cîbicîkirin, bi taybetî piştî hijmarek ji testên çekên navkî ku korya bakûr birêvebirin, tevî gef û sizayên navdewletî.