Elmanîya çar hêriş di heftîyekê de..
Elamniya îro li ser du êrîşên nû rabû, herdu jî ji aliyê penaberên sûrî ve hatin cîbicîkirin, yekem êrîş roja yekşemê nîzîkî bajarê ştûtgartê bû, ji aliyê penaberekî sûrî 21 salî bû ku bi satorekê jineke ducan kuştin û du kesên din brîndar kirin piştre jî hate girtin.
K24- Hewlêr
Elamniya îro li ser du êrîşên nû rabû, herdu jî ji aliyê penaberên sûrî ve hatin cîbicîkirin, yekem êrîş roja yekşemê nîzîkî bajarê ştûtgartê bû, ji aliyê penaberekî sûrî 21 salî bû ku bi satorekê jineke ducan kuştin û du kesên din brîndar kirin piştre jî hate girtin.
Duyem jî li bajarokê ansbach bû ku penaberekî 27 salî bombeyek li festîvaleke muzîkê li bavarayayê teqandin, di encamp de jî, êrîşker hate kuştin û 12 kes brîndar bûn, sedemên êrîşê jî nehatine naskirin.
JOACHIM HERRMANN wezîrê navxwe yê Bavariya, got:Tawanbar çend caran ji aliyê polîsê ve bi tometên madeyên hoşber yan tometên din hatibû girtin, du caran hewil daye xwe bikuje, pêweîste em sedema êrîşê bizanin, çima ev kes bombeyek bar kiribû û eger bû ku hijmarek zêdetir ji xelkan bike qurbanî û ne tenê xwekuştin be.
Wezîrê navxwe yê bavarî diyar kir ku daxwaza mafê penaberiyê yê ji bo wî kesî beriya salekê nehatibû qebûlkirin, û lêkoler li duv sedemê digerin, ji alîkî din ve jî li ser girîngiya asayîşa welat tekez kir.
JOACHIM HERRMANN wezîrê navxwe yê Bavariya, got: Pêwîste em hemû tiştî bikin da ku welatê me ewle bimîne, roja sêşemê civîna me li gel hikûmetê heye, pilankirina asayîşê jî dê yek ji mijarên sereke be.
Ev hefte yek ji demên herî xwînrêje li Elmaniyayê, di destpêka hefteya bûrî de, roja duşemê 4 kes di êrîşa li ser trêna vurtzburg brîndar bûn, înê jî 9 kes bûne qurbaniyên êrîşkerekî bi regez îranî li munişinê, yekşemê jî 15 qurnabî encama du êrîşên ji aliyê penaberan ve bû.