K24 li ser romalkirina rewşa Minbicê berdewam e

Şer li çargoşeya ewlehiyê berdewam e.

 

K24-Minbic

Şervanên Encumena leşkerî ya bajarê Minbicê taxa Benawî bi temamî kontrol kirin, û niha şer li taxên derdora çarkoşeya ewlehiyê berdewame.

Peyamnêrê K24ê li pajarokê Minbicê ragehand ku, taxa Benawî bi temamî ji aliyê Şervanên Encumena leşkerî ya bajarê Minbicê hatiye rizgarkirin, da zanîn ku şer niha li çarkoşeya ewlehiyê berdewame.

herwiha Şervanên Encumena leşkerî ya bajarê Minbicê destpêşxeriyeke din ragihandibû, lê heta niha ti bersiv ji aliyê çekdarên DAIŞê de nehatiye ragehandin.

Ji aliyê xwe ve Şervanên Kurd jî dibêjin ku danê sibehê wan gelek welatiyên sivîl ji çekdarên DAIŞê rizgarkirine û ew di şerê xwe de berdewamin.

Di 1ê meha borî de operasyona rizgakirina bajarokê Minbicê ji aliyê Şervanên Encumena leşkerî ve destpê kirye.