Li Fransayê êrîş

Êrîş li ser kenîseyekê hatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Du kesan bi kêran êrîşî kenîseyekê li bajarê Riwan ya bakurê Fransayê kirin û hejmarek mezin ji xelkê di kenîsê de dîl girtine.

Polîsa Fransayê ragihand ku, du kesan bi kêran êrîşî kenîseyekê li bajarê Riwan ya bakurê Fransayê kirin û 6 kes di kenîseyê de dîl girtine. Li gor zanyariyên destpêkê ku keşeyek hatiye kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin jî, ku polîsa Fransayê karîn derbasî kenîseyê bibin û kesên dîlgirtî azad bikin. Herwiha herdu kesên êrîşker jî hatin desteserkirin.