Êrîşkerên kenîseya Fransayê durişma DAIŞê rakiribûn
Du kesan bi kêran êrîşî kenîseyekê li bajarê Riwan ya Saint-Êtiennê li bakurê Fransayê kirin û 6 kes di kenîsê de dîl girtibûn, herwiha keşeyek kuştibûn, di dema êrîşê de durişma DAIŞê hilgirtibûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Du kesan bi kêran êrîşî kenîseyekê li bajarê Riwan ya Saint-Êtiennê li bakurê Fransayê kirin û 6 kes di kenîsê de dîl girtibûn, herwiha keşeyek kuştibûn, di dema êrîşê de durişma DAIŞê hilgirtibûn.
Medyayên Fransayê li ser zarê çend bîneran zanyarî wergirtibûn ku, ew du kesên êrîşker yên bi kêrê êrîşî kenseyê kiribûn û ji aliyê polîsa Fransayê hatibûn kuştin, di dema êrîşê de durişma DAIŞê hilgirtibûn.
Her çend e, polîsa Fransayê bilez jî ew êrîşker kuştibûn, lê hîn heta niha derbasî nava kenîseyê nebûne, ji ber ku gûman heye ku bombe û teqîn di nava kenîseyê de çandibin, ku niha tîmên taybet lêkolînê dikin.
Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls derbarê êrîşê de li ser rûpela xwe tûra pêwendiyên civakî “Twitter” nivîsî: “Fransa bi tevahiya û hemû Katolik di bin bandora vê êrîşa hovane de ne.”
Demeke êrîşên terorî li Fransa û çend welatên din yên Ewropayê encam didin û her êrîşek bi awayekî cuda li ser welatiyan tên kirin, dawî êrîş li fransayê jî roja 14 Tîrmehê li bajarê Nîs bû, ku kesekî bi regeza Tunisî bi barhilgerekê êrîşî ser welatiyan kiribû, ku di encamê de 84 kesan canê xwe jidest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.