Bret McGurk: Teqînên Qamişlo şermezar kir
Tekezî li ser piştgiriya Kurdên Sûriyê kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdelwetî li dijî DAIŞl Bret Makork teqînên bajarê Qamişlo bi tûndî şermezar kir, tekez kir ku ewê li ser piştevaniya Kurdên Sûriyê perdewam bin.
Îro, danê sibehê du teqînan bajarê Qamişlo yê Rojavayê kurdistanê hejand, teqîna yekê bi rêya barhligirekî bombekirî bû û ya duyem jî bi rêya xwekujekî li taxa Xerbî rûdan di encam de li gor desteya Tendûrûstiyê ya Rêveberiya Xweser 50 kes şehîd bûn û 134 birîndarbûn.
Derbarê teqînê Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdelwetî Bret MacGurk di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe ya Tiwîterê teqîna Qamişlo şermezar kir û tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo Kurdên Sûriyê kir.
Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ew teqîn şermezar kir û hevxemiya xwe bo malbatên şehîdan re nîşan da.