Firansayê biryar da hêriş ên xwe bo ser Daişê zêde bike

Hikûmeta frensayê û piştî êrîşa li ser kelîsaya santêtyan dû rûvirê li bakûrê rojavayê frensayê, raghand ku dê firokehilgra frensî şarl dîgol di eylûlê de bişîne rojhelata navîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/636d72fb-16b4-4d43-9b59-21cf23f6c776/France%20Church.ism/manifest

K24- Hewlêr

Hikûmeta frensayê û piştî êrîşa li ser kelîsaya santêtyan dû rûvirê li bakûrê rojavayê frensayê, raghand ku dê firokehilgra frensî şarl dîgol di eylûlê de bişîne rojhelata navîn.

Herwiha ku dê êrîşên xwe li ser bingehên da'şê li 'raq û sûryê zêde bike, hêzên asayîşê jî di nava frensayê de dê wern zêdekrin.

Ji alîkî din ve û di civîneke navbera serokê frensayê franswa Oland û oldarên frensî de, yekîtiya xwe hember terorê dane xuyakirin.

DALIL BOUBAKEUR berpirsê mizgeftên parîsê, got:Bi navê musilmanên frensayê ez dilgiraniya wan derdbrim, ew jî li hember binpêkrina hurmeta cihên pîroz, ev yek dijî bangên olê me yê îslamî ye, ji ber ku di quranê de diyre ku kesê  êrîş li ser cihên pîroz ji îslam êderdikeve.

di heman demê de rûniştivanên Saint-Etienne-du-Rouvray li jêr tirsa êrîşa roja sêşemê de mane, piştî ku rêyên derdora kelîseyê hatibûn girtin, dîsan vebûn, û xelk vegeriyan çalakiya xwe ya rojane.

VERONIQUE welatî, dibêje:Dema min dît ez şok bûm, ez bawer nakim, qeşekî gelek baş bû , kî dikare tiştekî wisa bike? Ev qeşe, tiştesî naye li ber çav bi taybetî ku hate gurandin.

Roja sêşemê du kes ku bi ser rêxistna da'şê ve bûn, êrîşî kelîseya san êtyan dû rûviryê li frensayê krin, qeşek kuştin, û hijmarek ji xelkê destigîr krin, rêxistna da'şê jî berpirsayetya xwe hember vê yekê raghand

ev yek dawîtir'n êrîşe ji zincîra êrîşên li ewropayê rû dide, weke êrîşa nîsa frensê di roja bastille de, herwiha êrîşên munşin û Ensbaxê li Elmaniyayê  ku hijmarek ji qurbaniyan navbera kuştî û brîndar hiştin.