Diyarbekir: Saziyên Sivîl teqîna Qamişlo şermezar dikin

Teqîna li Bajarê Qamilo ya li Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê jî, bi dilnîgarî hat pêşwazî kirin. Saziyên sivîl û partiyên siyasî jî bi daxuyaniyên nivîskî kiryarên buyerê bi tundî şermezar kirin.

K24 – Diyarbekir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCDê) jî teqînê şermezar kir  û bal kişand ku piştî Rojavayê Kurdistanê ji DAIŞê hatiye paqij kirin, hêzên Kurd vê carê bi gelên din yên Sûriyê re ji bo ku Sûriyê jî paqij bikin, hewla xwe domandine, lê xêrnexazên aştiya li Rojhilata Navîn bi êrişên wiha dixwazin têkçûyîna xwe taloq bikin.

Gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê jî bûyer şermezar kirin û ragihandin ku, li Kobanê û Şengalê Kurdan li dijî DAIŞê bi biryariya xwe nîşan daye û dê ji niha û pêda jî li dijî êrişkar û terorîstên li Kurdistanê heman helwest nîşan bidin.

Duh li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê teqîneke mezin rû da, di encamê de 41 kes şehîd bûn û bêhtir ji 177 kesln din jî birîndar bûn.