Obama: Hîlarî hejî post a serokatî ya Emêrîkayê ye
Hîlarî Klîntin bi awayekî fermî, kandîda postê serokatiya Emêrîkayê ye, piştî ku ev yek di kongreya partiya demokratîk de li Fêlêdêlfiyayê hate eşkerekirin, bi vê yekê jî tê hember pêşbirkê xwe yê komarî Donald Tiramp, welatiyên Emêrîkî jî dikevine navbera dû bijardeyan de, ku serokê Emêrîkayê Barak Obama herdu bijarde hêvî û tirs bi nav kirin, û rexne li Tiramp girtin û piştevaniya xwe ji Hîlarî re diyar kir.
K24- Hewlêr

Barak Obama serokê Emêrîkayê, got: Hîlarî di kirîzan de jî guh dida xelkê, rêza her kesî digre, eve Hîlarî yak u ez nas dikim û kêfa min jê re tê, ji ber vê yekê ez dikarim bêjim ku ne min û ne bill u ne kesek weke Hîlarî hêjay postê serokatiya Emêrîkayê ye.
Obama tekez kirk u Clinton kilîleke jib o gelek deriyan hember miletê Emêrîkyî , û ji wan daxwaz kirk u deng bidin Hillary û piştevaniya wê bikin weke wan piştevaniya wî kirî.
Barak Obama serokê Emêrîkayê, got:Hemû pêkhateyên Emêrîkî, li jêr yek ale ne, ev emêrîkaya ye, ez misogerim ku yek kandîd di vê pêşbirkê de baweriya wî bi paşerojê tê, û jiyana xwe jib o vê yekê terxan kiriye, ew jî hîalarî yr.
Klintin rûbirûyî helmeteke tund ji aliyê trump ve bû, ku doseya bikaranîna Klintin ji îmêla xwe ya taybet re ji bo şandina hijmarek îmêlên nehênî bikar anî.