Encamderê hêriş a Elmanîya dîdarek li gel telefizyûnek a Bulgaryayê kiribû

Encamder ê hêriş a Ansbax, Mehemed Delîl, berî bigehe Elmanîya ji alî yê Telefizyûn a Bulgarîyayê dîdarek li gel hatîye encamdan.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/72854486-e48d-4675-8f2c-00679cf9dd44/Mohamed%20Daleel.ism/manifest

K24- Hewlêr

Encamder ê hêriş a Ansbax, Mehemed Delîl, berî bigehe Elmanîya ji alî yê Telefizyûn a Bulgarîyayê dîdarek li gel hatîye encamdan.

Telefizyûn a BNT ya bulgarî li sal a 2013yê wê demê Mehemed Delîl li kemp a penaberan jîyaye li Bulgarî ya dîdar li gel encam daye. Di wê dîdarê de Mehemed Delîl behs a wê yekê dike ka çawa pere yên wî ji alî yê kesekê ve hatîne xwarin daku navûnîşan û cihekê bo akincîbûnê jê re vedîne, lê ew bê cih vemaye û pere yên wî hatîye xwarin û dûv re çûye ba heval ên xwe li kemp a Gorna Banya li Bulgarîya û li wir  vemaye. Mehemed Delîl 27sal, penaber ê Sûryayî bûye û dû salan berî niha çûye Elmanîya û hêriş kir ser fistîvalek a mûzîkê li bajar ê Ansbax li başûr a Normbêrg li Elmanîya û bi eger a wê hêrişê 15 kes birîndar bûn û duv re xwe kuşt.

Piştî vekolînê û pişkinîn a Mobayîl a wî derkevt Mehemed Delîl çekdarê Daişê bûye.

Polîs ên Elmanî ya di mal a Delîl de çend keriste çêkirin a bomban li geçendîn wêne û lînk ên Daişê di kompîter a wî de vedîtin.