Emerîka nîgerane ku rûberek a mezin ji ax a Efxanistanê kevtîye dest tundrewan

Emerîka nîgeran ji wê ku Efxanistanê di dem a 4 mehan de 5% ji ax a xwe ji dest daye û ji alî yê girûp ên tundrew hatîne kontirol kirin.

K24- Hewlêr

Emerîka nîgeran ji wê ku Efxanistanê di dem a 4 mehan de 5% ji ax a xwe ji dest daye û ji alî yê girûp ên tundrew  hatîne kontirol kirin.

Ev di demekê deye ku Emerîka bi milyonan Dolaran xerc dike bo pêşxistin a kert a serbaz û jêrxan a abûrî ya ewî welatî û serbaz ên xwe jî li Efxnistanê vehêlane bo piştîvanîkirin a hikumetê li dijî rêkxistî yên tundrew ên Îslamî.

Di raportekê de ku ajnas a Emeîkayî bo avedankirin a Efxanistanê , ku niha li gor wê pişkinîn û romal a li ber dest ên wan heye, hikumet a Efxanistanê, tenê 65.5% ji ax a xwe ji jêr desthilat  de maye piştî ku di meh a Kanûn  a dûyê ya ev sal 70.5% ji ax a xwe li dest bû.

Wezaret a berevanî ya Emerîkayê jî nîgeranî yên xwe bo hikumet Efxanistanê tekez kir û ser sûrmayîn  xwe jî ragehandin ku zêdetir ji 30% ji ax a xwe ji dest dane.