Josef Dunford serdana Tirkiyê dike

Piştî hewldana derbeyê gelek hevkarên wan yên di Artêşa Tirkiyê de hatine girtin û ev yek dê zirarek mezin bide têkoşîna dijî DAIŞê.

K24-Navenda Nûçeyan

Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford sibê diçe Tirkiyê. Serdana Danford, piştî hewldana derbeya serbazî girîng tê dîtin.

Li gorî nûçeya Haberturkê, Dunford bo hevdîtinên serbazî roja 31'ê Tîrmehê serdana Tirkiyê dike. Dunford, piştî hewldana derbeya serbazî du car bi Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar re bi rêya telefonê axivîbû.

Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê Votel dabû xuyakirin, piştî hewldana derbeyê gelek hevkarên wan yên di Artêşa Tirkiyê de hatine girtin û ev yek dê zirarek mezin bide têkoşîna dijî DAIŞ'ê.

Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê jî daxuyaniya Votel wek beşdarîkirina hewldana derbeyê binavkirin û şermezar kirin.