Fermandarekî Amerîkî daxuyaniyên Erdogan red dike
Fermandarekî artîşa Amerîkiyê red dike ku, pêwendiyên wan bi kudetaya leşkerî ya Tirkiyê re hebe û bo şerê DAIŞê çaverêyî berdewambûna karên hevbeş ligel Enqere dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarekî artîşa Amerîkiyê red dike ku, pêwendiyên wan bi kudetaya leşkerî ya Tirkiyê re hebe û bo şerê DAIŞê çaverêyî berdewambûna karên hevbeş ligel Enqerê dibe.
Fermandarê artêşa Amerîkayê Joseph Votel ragihand ku, ti pêwendiya wan bi hewla kudetaya leşkerî ya Tirkiyê re tune ye, ku çend sal in karên hevbeş ligel Tirkiyê dikin û bo şerê DAIŞê çaverêyî berdewambûna karên hevbeş ligel Enqere dibe.
Votel berê ragihandibû ku, hejmarek mezin ji hevpeymanên wan hatine girtin û zîndankirin, ku şikestina hewla kudetaya leşkerî ji bandor li şerê DAIŞê kiriye.
Ji aliyê xwe, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi awayekî tund bersiva Fermandarê Amerîkî Joseph Votel dabû û got, “Dibêjin hevkarên me hatine binçavkirin, bi vê gotinê hûn nîşan didin ku, di pişt vê kudetayê de hûn hene.