YPG:Navçeyên li Helebê hatine rizgarkirin bicî nahêlin
Rejîma Sûriyê ji wan xwestiya navçeyan bihêlin.
K24-Navenda Nûçeyan
Fermanderaiya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) li Helebê ragehand ku ew xalên xwe yên li bajarê Helebê kontirolkirî bicî nahêlin.
Derbarê vê yekê Fermadara Yekîneyên Parastina Jinê(YPJ) li Helebê Zozan Bîrhat ji medyayên ser bi PYDê re ragehand ku xalên kontirolkirî yên wan û Rejîma Sûriyê de nêzîkî hev in.
Da zanîn ku rejîma Sûriyê ji wan xwestiya ku wan xalan bicî bihêlin, da zanîn ku ew wan xalan bi cînahêlin, aşkre kir ku dibe ku şer di navbera wan de rû bide.
Herwiha Bîrhat tekez kir ku her naçeyeên ji destê rejîma Sûriyê hatine rizgarkirin wê di destê wan de bimîne û wan navçeyan bicînahêlin.