Li başûrê Hesekê teqîn: 4 kuştî 9 birîndar

Li gundê Erîşe yê li başûrê Hesekê motosîkleke bombebarkirî hat teqandin, di encamê de 4 kesên sivîl canên xwe jidest dan û 9 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Heseke

Li gundê Erîşe yê li başûrê Hesekê motosîkleke bombebarkirî hat teqandin, di encamê de 4 kesên sivîl canên xwe jidest dan û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Hesekê ragihand ku, li gundê Erîşe yê ser bi Şedadê ve li başûrê Hesekê motosîkleke bombebarkirî li pêş qehwexaneke “Internet” teqiya, di encamê de 4 kesên sivîl canên xwe jidest dan û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor peyamnêrê K24ê kesên ku canên xwe jidest dane (Mehmûd el-Şule, Îmad el-Kerkez, Mihemed Ubêd û Îsmaîl Hisên) in, temenên wan jî di navbera 25 – 30 saliyê de ne.

Bijîşkê birîndarên teqînê derman kirine ji peyamnêrê K24ê re diyar kir ku, rewşa hemû birîndaran cîgir e.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 19 Sibata bor dî, bajarokê Şedadê ya li başûrê Hesekê ji DAIŞê kontrol kir, di dema dawiyê de, asayişa Rojava li Şedadê û hin gundên wê navendên xwe vekirine.