Joseph Dunford serdana parlementoya Tirkiyê kir

Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford serdana parlementoya Tirkiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford serdana parlementoya Tirkiyê kir.

Serdana Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford beyî agahdarkirina hêzên ewlekariyê û çapemeniyê pêk hat. Di serdanê de Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar bi Dunford re serdana parlementoyê kir.

Dunford li parlementoyê cihê ku di şeva hewla derbeya leşkerî de hatibû bombebarankirin lêkolîn kir.

Berî niha daxuyaniyên çend generalên Amerîkî yên derbarê hewla derbeya leşkerî de bûbû sedema nerazîbûna rayedarên Tirkiyê, serdana Joseph Dunford jî, ji ber vê yekê sedemê tê.