Amerîka daxwaz ji Rûsyayê dike operasyonên xwe û Esed rawestîne
Kerry da zanîn ku proseya mirovî ya Rûsya û Sûriyê derbarê derxistina sivîlan ji bajarê Helebê lîstikek bû.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry daxwaz ji ji Rûsyayê kir ku operasyonên xwe li Sûriyê rewastîne, herwiha rêgiriyê li Esed jî bigre ku ew jî êrîşê xwe rawestîne.
Derbarê vê yekê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di kongireyekî rojnamevanî de ligel hevşana xwe wezîra Derve ya Kolombya Marya Encêla Holciwîn ragehand ku pêwîste Rûsya rêgiriyê ji operasyonên xwe û Sûriyê re weke ku Amerîka rêgiriyê ji êrîşên opozîsyonê re digre.
Kerry da zanîn ku proseya mirovî ya Rûsya û Sûriyê derbarê derxistina sivîlan ji bajarê Helebê lîstikek bû, da zanîn ku armanca wan ji wê proseyê girtina çekdarên opozîsyona Sûriyê bû.
Ji aliyeke din ve opozîsyona Sûriyê karî helîkopterekî Rûsî bînin xwarê, di encam de pênc fiokevan hatin kuştin.