Con Kêrî: Niha demek giringe daku bizanîn Rûsya û Esed dê pabend dibin yan na?

ev demeke giringe daku bo bizanin eger Rûsiya û rêjîma Esed dê pabendî biryarên Neteweyên Yekgirtî bibin yan na, ev yek jî cihê nîgeraniyê ye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4bd9a5ad-a868-4b2a-89b8-7a9673d51be2/Kerry%20Russia.ism/manifest

K24- Hewlêr

ev demeke giringe daku bo bizanin eger Rûsiya û rêjîma Esed dê pabendî biryarên  Neteweyên Yekgirtî bibin yan na, ev yek jî cihê nîgeraniyê ye.

Rûsiya nabe êrîşan li Sûriyê cîbicî bike, herwiha pêwîste rê li ber Beşar Esed jî bigre da ku ti êrîşan birêve nebe, ev bûn daxuyaniyên John Kerry wezîrê derve yê Emêrîkayê piştî ku hêzên opozisyona sûriyê êrîşî taxên rojavayê Helebê kirin ew ên li jêr kontrola rêjîmê ne.

Jon Kêry wezîr ê derve yê Emêrîkayê, got: Giringe ku Rûsiya êdî nema êrîşan li sûriyê birêve bibe  herwiha rê li ber  rêjîma Esed jî bigre, berpirsînîya me ye ku em rê li ber  hêzên opozisyonê jî bigrin da ku di van operasyonan de beşdar nebe.

Emêrîka hewil dide hemahengiyekê li gel Rûsiyê di Sûriyê de saz bike, lê gumanên wê derbarê niyetên Rûsiya hene, bi taybetî piştî pilana vekirina rêyên alîkariyên mirovî navbera taxên rojava û rojhelata helebê.

Jon Kêry wezîr êderve yê Emêrîkayê, got: Eger me nikarî herdu aliyan ji vê yekê qedexe bikin, kes nikare, ev demeke giringe ji bo bizanin eger Rûsiya û rêjîma Esed dê pabendî biryarên  Neteweyên Yekgirtî bibin yan na, ev yek jî cihê nîgeraniyê ye.

Nîzîkî 300 hezar sîvîl li taxên rojhelata Helebê dorpêçkirî bûn, ji ber vê yekê jî Rûsiya pêşniyaz kir ku rêyên mirovî ji bo derxistina van xelkan vebin, Emêrîka jî guman dikir ku ew pilan sexte be, opozisyona sûrî jî li bendê nema neyetên rûsiayyê diyar bin û êrîşî taxên rojavayê helebê kirin û pêşketineke ber çav bi dest xistin.