Opozîsyonê destnîşankirina 3ê Cîgirên Esed redike

Da zanîn ku ew her sê Cigir dê berpirsyaretiya dezgehên Ewlehî, aborî û leşkerî bikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Bilind a Danûstandina ya opozîsyona Sûriyê Esad El-Zûby ragehand ku wan pêşinyarên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura redkirin ji ber ku hemû li gor bejewendiyên rejîmê bûn.

Derbarê pêşinyarên nû Serokê Desteya Bilind a Danûstandina ya opozîsyona Sûriyê Esad El-Zûby li ser malpera xwe ya Tiwîterê daxuyaniyek belav kir,  tê de tekez kir ku wan hemû pêşinyarên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura redkirin.

El-Zûby da zanîn ku ew destpêşxerî yan ji Aliyê Rûsyayê ve hatibûne pêşkêşkirin û yan jî ji aliyê Îranê ve bû, diyarkir ku ew destpêşxerî di berjewendiya rejîma Sûriyê de bûn, herwiha aşkere kir ku, dawî pêşinyar jî destnîşankirina 3ê cigirên Esed bû.

Da zanîn ku ew her sê Cigir dê berpirsyaretiya dezgehên Ewlehî, aborî û leşkerî bikin.

Di nivîsekê xwe de El- Zûby Neteweyên Yekbûy bi dijatiya gelê Sûriyê tometbarkir û got: "Pêwîste NY alîkarî gihandiban welatiyên sivîl li Helebê neko bajar ji welatiyan vala kiriba."