Serokwezîrê Nmesayê: Hewl didim pêvajoya endambûn a Tirkiyayê di Yekitiya Ewropayê de bidawî bihê

Serokwezîrê Nemsayê Kiristîyan Kêrin dibêje ew ê hewl bide ko pêvajoya endambûna Tirkiyeyê bo Yekitiya Ewropayê bidawî were.

K24- Hewlêr

Serokwezîrê Nemsayê  Kiristîyan Kêrin dibêje ew ê hewl bide ko pêvajoya endambûna Tirkiyeyê bo Yekitiya Ewropayê bidawî were.

Kêrin ji Televîzyona Nemsayê ORFê re ragihand ko pêvajoya gûftûgoyên endambûna Tirkiyeyê bo Yekitiya Ewropayê xeyalên dîplomatîk in û pêwîst e ev pêvajo were sekinand in. Ji ber ko şert û mercên demokratîk bi tena serê xwe têr nake. Kern got ew ê vê mijarê di Lûtkeya Yekitiya Ewropayê ya 16ê Îlonê de ligel Serokên ewropî biaxife.

Serokwezîrê Nemsayê  berî niha jî derbarê Tirkiyeyê de daxûyaniyên tûnd dabû û diyar kiribû ko Tirkiye ji aliyê aborî ve mûxtacê Yekitiya Ewropayê ye. Ger Tirkiye dijitiya Yekitiya Ewropayê bike dê aboriya wê têk biçe.