Emerîka û Îsrayîl rêkevtinek a serbazî nû mor dikin

Cakub Nêycil, berpirs ê bilind ê Îsrayîlê, ku erk ên serok ê Civat a Asayîş a Nîştîmanî ya Îsrayîlê bicih dihîne, aşkera kir, Îsrayîl û Emerîka 3 rojin li Waişintinê bi nihênî gêngeşe ya rêkkevtinek a nû ya serbazî dikin.

K24- Hewlêr

Kombûn di navber a berpirs ên bilind ên herdû alîyan de bûye, li Emerîka bi serokatî ya  rawêjkar ê neteweyî, Sozan Rays bûye û ji Îsrayîlê jî, Cakop Nêycil.

Ev rêkkevtin bi pêngavek a erênî dihê piştî wan nakokî û peywendî yên xirab li serdem a Brak Obama durist bû di navber a Emerîka û Îsrayîlê de.

Nakokî jî wê demê serhildan dem a ku Emerîkayê red kir 26% ji harîkarî yên darayî yên Emerîkayê ji duristkirin a keriste yên serbazî xerc bike li batî kirrîn açekê ji Emerîkayê.

Ev ji bilî têbînî yên Brak Obama, serok ê Emerîkayê li ser reftar ên Îsrayîlê beranber Felestînîyan.