Obama: Şerê li Sûriyê ez pîr kirim

Çavdêrên siyasî jî siyaseta Amerîkayê derbarê Sûriyê bi xirab dinerxînin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Barako Obama derbarê pirsgirêkên ku di koçka Spî de rastî wan hatiye, ragehand ku şerê li Sûriyê ew pîr kir.

Derbarê vê yekê Serokê Amerîkayê Barako Obama di gotarekî xwe de tekez kir ku, spîbûna pora serê wî sedema wê civînên derbarê kirîza Sûriyê bûn. Obama aşkere kir ku şerê li Sûriyê ew pîr kir.

Herwiha di gotara xwe de jî Obama da zanîn ku bidawî bûna her civînekê derbarê Sûriyê de wan hizra pilanên nû bo çareserkirina wî welatî dikirin, diyar kir ku di wî welatî de serokek guhdanê bi gelê xwe nake û girûpên terorî dixwazin zilma xwe cîbecîbikin hene.

Di sala 2008an de Barak Obama bû Serokê Amerîkayê, berî kirîza Sûriyê bi sê salan û heta niha ku kirîz derbasî sala xwe ya şeşan bûye Amerîka nekarî ji wê kirîzê re çareseriyekê bibîne.

Çavdêrên siyasî jî siyaseta Amerîkayê derbarê Sûriyê bi xirab dinerxînin.