Rejîma Sûriyê êrîşî girtîgeha Siwêdayê kir

4 girtî hatin kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê êrîşî girtîgeha bajarê Siwêda dike, di encam de 4 girtî tên kuştin û çend kesên din jî birîndar dibin.

Derbarê vê yekê kenala El-Erebiya ragehand ku berî niha rejîma Sûriyê hezar girtî bi armanca sêdarkirina wan veguheztibûn bajarê Şamê, ev yeke bûbû cihê nerazîbûna girtiyan û mangirtinek pêkanîbûn.

El- Erebiyê da zanîn ku piştî mangirtina giritiyan û nerazîbûna wan rejîma sûriyê bi guleyan êrîşî girtîgehê kir, di encam de 4 girtiyan canê xwe ji desta û hin ji wan birîndarbûn.