Hewla yekgirtina partiyên îslamî berdewam e
Sê aliyên îslamî hewla yekgirtinê dikin û biryar e li Parlementoya Kurdistanê de jî lîsteyeke hevbeş pêk bînin. Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn radigihîne ku, nizîkbûna aliyên siyasî, bo rêkxistina navmala Kurdî ye.

K24 – Hewlêr

Encûmena Serkirdeyatiya Komela Îslamî dibêje; projeyeke nivîsandî bo yekgirtinê tune ye, di demên nêzîk de dê projeyek bow ê mebestê bê amadekirin.
Sê partiyên îslamî guftûgoyê bo yekgirtinê berdewam e, ew sê partî jî qonax bi qonax kar bo yekgirtinê dikin. Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn yekgirtina wan her sê partiyan bi gaveke di çarçoveya çaksaziya li Kurdistanê û yekrêziya navmala Kurd binav dike.
Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Îslamî destpêkê kar bo avakirina Hevpeymaniya Îslamî dikin. Piştre fraksyonên di Parlementoya Kurditanê û Encûmena Parêzgeha de dikin yek, bo hilbijartina bê jî hewl didin bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin. Herwiha kar bo yekirina hewlesta siyasî jî dikin.