Şer û pevçûn li Helebê berdewam in

li Sûriyê hîn şer li gelek deveran berdewam e, lê Heleb bûye qad şer ya herî gerim. Birîn û dorpêçkirina hêzên rêjîmê ji taxên rojhelatê Helebê re ku, ew tax dibin destê hêzên opozisyonê de bûn, şerekî dijwar û giran di navbera wan hêzan de vekir.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/27cfa4fa-7066-4f21-8f9d-f551c02ea49f/rewsha%20Helebe.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

li Sûriyê hîn şer li gelek deveran berdewam e, lê Heleb bûye qad şer ya herî gerim. Birîn û  dorpêçkirina hêzên rêjîmê ji taxên rojhelatê Helebê  re ku, ew tax dibin destê hêzên opozisyonê de bûn, şerekî dijwar û giran di navbera wan hêzan de vekir.

Îro jî hêzên opozisyonê êrîşî navendên leşkeriyê yên rêjîmê kirin û bi dehan kes ji herdu aliyan hatin kuştin. Li gor jêderên opozêsyonê heta niha karîne kolêjeya berevaniyê li başûrê rojavayê Helebê bistînin û di pêşve çûnê de ne, ku ew kolêje nêzîkî 2 k.m ji deverên dorpêçkirî dûr e. Herwiha  hewil didin wan taxan bi deverên xwe yên  rojavayê Helebê ve girêdin,  ku bi vê yekê wê riyekê ji wan taxên dorpêçkirî re vebe.